Kovara Nûbiharê di 30 saliya xwe de bi stîleke nû derket!
Jimara Nûbiharê ya 159an bi stil û sêwirandineke nû derket. Nûbihara ku îsal 30 saliya xwe dijî di vê jimarê de berg û hundirê xwe guhertiye.
Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di nivîsa xwe de behsa van guhertinan kiriye. Çevik gotiye, Nûbihar halê çapkirî êdî wê du reng, fortmata dijîtal jî wek e-kovar li ser google kitabê wê tam rengîn be.
Rohat Alakom di nivîsa xwe de, behsa nivîskarê Ermen Hraçya Koçar (1910-1965), kitêba wî ya bi navê Hesret û têkiliya wî ya bi Kurdan re kiriye.
Abdullah İncekan ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê nivîsiye.
Murad Celalî li ser Zozanên Sînegê, zomên wê, gundên wê û kaniyên wê nivîsiye. Zozanên Sînegê li herêma Serhedê di navbera Agirî, Bazîd û Avkevirê de ye.
Mustafa Kılıçaslan ji du navdarên edebiyata Kurdî du werger amade kirine. Yek jê çîrokek Hovhannes Ghukasyan e ku Şikoyê Hesen wergerandiye Kurmancî, ya din jî helbestek Sarmen e, ew jî Heciyê Cindî wergerandiye.
Xerîbê Şemsî li ser “Di helbestên Feqiyê Teyran de navê heywanan” nivîsiye; ji helbestên Feqiyê Teyran nimûne dane ku di wan de navê heywanên cûrbicûr derbas dibe.
Yûnis Amedî li ser gundê Xanê (Xana Gewra) yê li ser Erxeniyê nivîsiye.
Mahsûn Reşçelan xezela Siyahpoş ya bi navê “Ellah! Çi bi erzan tu bi dest min ketî îro” şirove kiriye.
Sabri Akbel bi çîrokek bi navê “Deyndar” di vê jimarê cih girtiye.
Receb Dildar di vê jimarê de romana Gula Almastê “Xeleka Xeyalên Bê Ezman” daye nasandin.
Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe, Jorge Luis Borges, Nasır Kemaloğlu, Ronî War, Mehmet Fethi Ceylan, Mihemed Cezawîr Hemkoçer, Huseyîn Çakan û Ramazan Yaman hene.
Bi helbestên xwe jî Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, M.Tanrıkulu (Mem Ronga), Bahattin Bulut, Ahmed Arif, Mehdî Ritamî, Perwîz Cîhanî, Felat Dilgeş, Gernas Roderîn, Fırat Keklik, Bamed Serdar, Ebdulhemîd Mendan, Bedirhan Epözdemir, Nesîmî, Kevok Mizgîn, Dilazad A.R.T. û Seyyid Rissînî cih digrin.
Hevpeyvîna vê jimarê Hanifi Taşkin û M. Enis Dilmaç bi Naci Begê Muksî re çêkirine.
Naveroka jimara 159an weha ye:
Süleyman Çevik/Ji Edîtor
Rohat Alakom/Venasîna heyranekî Kurdan: Hraçya Koçar
Abdullah Incekan/Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê
Rojen Barnas/Nafîleya keça Pûçvala Paşa
Hovhannes Ghukasyan/Li Elegezê (Wergera ji Ermenkî: Şikoyê Hesen)
Murad Celalî/Navê hin cih û warên li Sînegê
Xerîbê Şemsî/Di Helbestên Feqî de bikaranîna hin heywanan
M.Tanrıkulu (Mem Ronga)/Biharê got “cîq”
Berken Bereh/Kilama Bircê
Jorge Luis Borges/Xelasiya Mirovahiyê (Wergera ji Îngilîzî: Sidîq Gorîcan)
Sarmên/Letîfe (Wergera ji Ermenkî: Heciyê Cindî - Amadekar: Mustafa Kılıçaslan)
Yûnis Amedî/Gundê Xanê an Xana Gewran yê nayê jibîrkirin
Hafizê Şîrazî/Herçi d’behra gunehan yekser ez fetisîbim (Wergera Ji Farisî: Hayrullah Acar)
Mahsûn Reşçelan/Hevdîtineke derasayî: Ellah! çi bi erzan...
Naci Begê Miksê: Me daîma Kurdîtî ji xwe re mezinatî hesab kiriye! (Hevpeyvîn: Hanifi Taşkın & M. Enis Dilmaç)
Bahatin Bulut/‘Eşq
Ahmed Arif/Sî w Sê Gule (Wergera Ji Tirkî: Talat İnanç)
Nasır Kemaloğlu/Zarok û Çîrok
Mehdî Ritamî/Nesîma
Perwîz Cîhanî/Benîştê Emrîkanê
Sabri Akbel/Deyndar
Felat Dilgeş/Heval Hebûn
Ronî War/Bêveger
Gernas Roderîn/Zarok mam..!
Firat Keklîk/Bi navê te
Bamed Serdar/Çiya bêdeng in li rûyê te
Mehmet Fethi Ceylan/Xewna Xweşik!..
Mihemed Cezawîr Hemkoçer/Kela Cansizê
Ebdulhemîd Mendan/Ez
Bedirhan Epözdemir/Helbestên Adarê
Huseyîn Çakan/Aqîtê Gezemînî
Nesîmî/Hebîba (Wergera ji Tirkî: Qedrî Sipranî)
Ramazan Yaman/Losemî
Receb Dildar/Romana Jinên Qurmiçî
Kevok Mizgîn/Bê
Dilazad A.R.T/Qesîdeya Evînê
Seyyid Rissînî/Ax Mêrdîn! Wax Mêrdîn!
Ji Edîtor
Ji jimara 159an merheba
Kovar hem bi naveroka xwe hem jî bi şekl û şemala xwe dezgehên dînamîk in; weke pirtûkekê ne bi îmzeyekê, bi gelek îmzeyên cûrbecûr derdikevin. Nivîskarê pirtûkê û mijara wê bi gelemperî yek e, lêbelê di jimarek kovarê de gelek nivîskar û cûrbecûr mijar hene. Kovar tenê bi naveroka xwe bi hereket û dînamîk nîne, bi gelemperî bi berga xwe jî pirrengî û dînamîk e.
Li ser Nûbiharê bibêjim, di her jimara me de çîrok, helbest, ceribandin û nivîsên lêkolînî hene. Di her jimara ku em diweşînin de li derdora 40 kes bi helbest, nivîs û wergerên xwe têde cih digrin. Keda gelek nivîskaran di kovaran de heye. Her jimara kovarekê bi heman awayî ye.
Ji aliyê şekl û şemalê ve jî, yanê ji aliyê dîmenî ve jî kovar cuda ye; dînamîk e. Meriv dikare her nivîsekê bi awayekî cuda şekil bidiyê. Yanê bi awayekî yeknesak nameşe, divê nemeşe jî.
Ji ber van sedeman divê kovar yan jî weşaneke demî piştî demekê şekl û şemala xwe bi esasî biguhere; berga xwe, rûpelên hundirê xwe ji nûve dizayn bike, bi mîzanpaj û sêwirandineke nû derkeve pêşberî xwendevanên xwe.
Me jî di vê jimarê de ev tişt kiriye. Herî dawîn di jimara 135an, sala 2016an de me ev guhertin kiribûn. Va ye di vê jimarê de jî em bi mîzanpaj û bergeke nû derdikevin pêşberî we.
Tişta herî muhîm jî, Nûbihar halê çapkirî êdî wê du reng û fortmata dijîtal jî wê tam rengîn be.
Nûbihar demek e wek e-kovar jî li ser google kitabê diweşe. Digel jimarên nû, heta niha li dor sîh jimarên dawîn hatine weşandin, înşalah heta demekê wê hemû jimarên din jî werin weşandin. Vê gavê li 66 welatên cûrbecûr kesên bixwazin dikarin di heman kêliyê de xwe bigihînin jimarên Nûbiharê, bi taybetî ji bo kesên li derveyî welêt dijîn eva îmkaneke gelek baş e.
Hêvîdar im, ev guhertin bi dilê we bin jî.
***
Rohat Alakom di vê jimarê de, behsa dost û heyranê Kurdan, nivîskarê Ermen Hraçya Koçar (1910-1965), kitêba wî ya bi navê Hesret û têkiliya wî ya bi Kurdan re kiriye. Evî nivîskarî di berhema xwe “Hesret” û di xebatên xwe yên din de behsa Kurdan kiriye. Dema sala 1930î de Rêya Teze ava bûye, yek ji redaktorên wê jî Hraçya Koçar bûye.
Abdullah İncekan ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê nivîsiye.
Murad Celalî li ser Zozanên Sînegê, zomên wê, gundên wê û kaniyên wê nivîsiye. Zozanên Sînegê li herêma Serhedê di navbera Agirî, Bazîd û Avkevirê de ye.
Mustafa Kılıçaslan ji du navdarên edebiyata Kurdî du werger amade kirine. Yek jê çîrokek Hovhannes Ghukasyan e ku Şikoyê Hesen wergerandiye Kurmancî, ya din jî helbestek Sarmen (Armenak Sarkîsovîç Sarkîsyan) e, ew jî Heciyê Cindî wergerandiye.
Di helbestên Feqiyê Teyran de navê gelek heywanan derbas dibe. Xerîbê Şemsî li ser vê mijarê nivîsiye; ji helbestên Feqiyê Teyran nimûne dane ku di wan de navê heywanên cûrbicûr derbas dibe.
Yûnis Amedî li ser gundê Xanê (Xana Gewra) yê li ser Erxeniyê nivîsiye.
Mahsûn Reşçelan xezela Siyahpoş ya bi navê “Ellah! Çi bi erzan tu bi dest min ketî îro” şirove kiriye. Mahsûn Reşçelan di çend jimarên berê de jî çend heb xezelên Siyahpoş şirove kiribûn
Sabri Akbel ev 3 jimar in em çîrokên wî diweşînin; di çîrokên wî de teşbîh û biwêjên gelek serkeftî hene.
Receb Dildar di vê jimarê de romana Gula Almastê “Xeleka Xeyalên Bê Ezman” bi şêweyek gelek xweş daye nasandin.
Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe ev kes hene: Jorge Luis Borges, Nasır Kemaloğlu, Ronî War, Mehmet Fethi Ceylan, Mihemed Cezawîr Hemkoçer, Huseyîn Çakan û Ramazan Yaman.
Bi helbestên xwe jî Rojen Barnas, Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, M.Tanrıkulu (Mem Ronga), Bahattin Bulut, Ahmed Arif, Mehdî Ritamî, Perwîz Cîhanî, Felat Dilgeş, Gernas Roderîn, Fırat Keklik, Bamed Serdar, Ebdulhemîd Mendan, Bedirhan Epözdemir, Nesîmî, Kevok Mizgîn, Dilazad A.R.T. û Seyyid Rissînî cih digrin.
Hevpeyvîna vê jimarê Hanifi Taşkin û M. Enis Dilmaç bi Naci Begê Muksî re çêkirine.
Bimînin di nav xweşiyê de.
SÜLEYMAN ÇEVİK